Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj: Koça Dawî ya Xelefê Zêbarî


Xelefê Zîbarî
Xelefê Zîbarî

Helbestvan, rojnamevan û bêjer Xelefê Zêbarî piştî hevrikîyeka dem dirêj digel nexoşîyê li wilayeta Virginia ya Amerîka koça dawî kir. Lê, wexera wî qet dengê resenê Xelefî di nav evîndarên deng û hozanên wî ji nav nabe.

Zêbarî, di sala 1948'an de li devera Zêbarê hate dinê û di dirêjîya jîyana xwe de xemxwarê doza gelê xwe bû û dengê wî yê çîyayî di salên zehmet yên şoreşa Kurdan d, di Êzga Dengê Kurdistanê de tim palpişt û piştgirê pêşmergeyan bû.

Ew yek ji damezrênerên radyoya Kurdî ya Dengê Amerîka bû û 20 sal li wir kar kir.

Di 24'ê vê mehê de hêstir barîn, ne di dema te Nesrîn ditî de, lê rondikên koça te bûn. Ger te oxir kir helbet deng û reng û pirtûka “Warê Şeran” û “Zêrê Reş” semyana me hemîyan e.

Îro helbestvan Edbulrahman Mîzûrî û hevkar Muteber Şêrwanî te bi bîr tinin

Tîrêj
please wait

No media source currently available

0:00 0:22:21 0:00

XS
SM
MD
LG