Dadgeheke Pakistanê îro Sêşemê bi tawana eşkerekirina agahîyên nepênî yên dewletê 10 sal cezayê zindanê li serokwezîrê berê Îmran Xan birî.
Partîya Xan, PTI ragihand ku dadgehê Xan bi eşkerekirina naveroka peyameke nepênî sucdar dît ku balyozê Pakistanê li Washingtonê ji Îslamabadê re şandibû.
Dadgehê di heman dozê de wezîrê derve yê berê Şah Mehmud Qureşî jî bi 10 sal cezayê zindanê mehkûm kir.
Li ber e ku dadgeha Pakistanê biryara dijî Xan bi rengekî fermî nivîskî ragihîne.
Partîya Xan, PTI biryara dadgehê wek kiryareke neqanûnî bi nav kir û got ku ewê serî li Dadgeha Pêdeçûnê bidin.
Jêder: AP