Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Sûrî li Îdlibê Pêşveçûna Hember Serhildayan Didomînin


Bajarokê Xan Şêxun

Hêzên hikûmeta Sûrî îro Çarşemê nêzîkî bajarokê Xan Şêxun ya Îdlibê bûn ku ew di sala 2017’an de bi gazên sarînê hatibû bombe kirin.

Bi pêşveçûnên dawî, derfeta hêzên hikûmetê zêdetir dibe ku deverên dawî yên li Hema ya cîran yên wek Morek, Kafr Zeita û Latamneh ku di bin destê serhildayan de ne, têxin dorpêçê.

Hem medya dewleta Sûrî hem jî jderên serhildayan ragihand ku hêzên hikûmetê yên bi piştgirîya Rûsya, li rojavayê Xan Şêxun xalên nû ji serhildayan sitandin.

Qumandarekî serhildayan ji Reutersê re got ku xeterîyeke mezin heye ku ew kontrola bajarokê Xan Şêxun ji hinda bikin ku ji 20014’an vir ve di destê wan de ye.

Rêvebirê Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) Ramî Abdulrahman ragihand ku hêzên ser bi hikûmetê niha 4 km nêzî Xan Şêxunê ne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di êrîşa gaza sarîn ya 2017’an de bi dehan kes hatibûn kuştin û wek bersîvdana wê êrîşê, Serokê Amerîka Donald Trump fermana êrîşên mûşekî li hember bingeha esmanî ya Sûrî dabû ku êrîşa gazîn ji wê derê hatibû kirin.

XS
SM
MD
LG