Rûsya îro Şemîyê ragihand ku hêzên wê li herêma Kharkiv ya Ukrayna 5 gundên li sînor bi dest xistine.
Hêzên Rûsî bi avantajên xwe yên li rojhilata Ukrayna roja Înê dest bi êrîşên nû kirin.
Wezareta Berevanî ya Rûsya îro Şemîyê dîyar kir ku hêzên Rûsî gundên ku nav Pletenivka, Ohirtseve, Borysivka, Pylna û Strilechna ne bi dest xwe xistine.
Wê wezaretê ragihand ku li herêma Donetsk ya hîn li başûr jî gundê ku nav Keramik e ketiye destê hêzên Rûsî.
Li gor wezaretê hêzên Rûsî li qada şer hêdî hêdî û bi îstiqrar pêşve diçin ku wan herî dawî meha Sibatê Avdiivka, ku demeke dirêj keleha Ukrayan bû, bi dest xwe xistibûn.
Berpirsên Ukraynî do Înê ragihandin ku Rûsya dest bi êrîşên dijî herêma Kharkivê kirine û hedef jî bajarê Kharkivê ye ku bajarên mezin yê duyê yê Ukrayna ye.
Walîyê Kharkivê Oleh Syniehubo îro Şemîyê dîyar kir ku Rûsya êrîşên xwe yên li herêmê didomîne û hewil dide ku pêşve here.
Hêzên Rûsî, Sibata 2022’yan êrîş biribûn ser Kharkivê li Îlona heman salê jiber bersîvên Ukrayna paşve vekişîbûn.
Belgorod ya Rûsya ya nêzî herêmê ji wê çaxê vir ve yek ji hedefên serekî yên dron û guleyên Ukrayna ye.
Rûsya li rojhilat û li başûr bi qasî 18 ji sedê axên Ukrayna kontrol dike û piştî ku Kîevê di êrîşên bersîvdanê de pêşketineke mezin bi dest xwe nexist avantajê hêdî hêdî dide hêla xwe.
Jêder: Reuters