Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hestiyên Qurbaniyên Nenas li Dîyarbekirê


Hestiyên Qurbaniyên Nenas li Dîyarbekirê

Di 11 mehê de li Dîyarbekirê, di hewşa girtîgeha berê de, ku ev der wexetekî Navenda Îstixbaratê ya Cendermeyan (JITEM) bû, rastê gelek hestiyên mirovan hatin. Heta neha hejmara serî û hestiyên qurbaniyên nenas derketin 23’an, ku kolandina hewşê hêjî berdewam e.

Hefta bihûrî 36 malbat bi Komeleya Mafê Mirovan İHD re jibo nasnama hestiyan were keşf kirin û kiryarê van kuştinan werin dîtin, serî Dozgerîya Komarê ya Dîyarbekirê dan û dexwaz kirin da ku lêpirsîn were destpêkirin.

Malbatên Îlyas Eren û Erol Borû jî di nav van malbatan de cîh digrin. Bavê Erol, Hikmet Borû û birayê İlyas, Hanefî Eren, jibo gohdarên Dengê Amerîka behsa xizmên xwe yên wunda kirin û destnîşan dikin ku ew bi salan in li pey şopa wundayê xwe ne. Malbatên wundayan dibêjin heta neha tu esehîyek bidest nexistine lê ev kolan wekî gelek malbatan liser wan jî hêvîyek çêkirîye.

XS
SM
MD
LG