Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nîqaşa Êrîşa Roboskê li Parlamena Tirkîyê


Nîqaşa Êrîşa Roboskê li Parlamena Tirkîyê
Nîqaşa Êrîşa Roboskê li Parlamena Tirkîyê

Di sala nû da Parlamentoya Tirkîyê bi nîqaşên kuştina 35 kaçaxçîyên Kurd yên Roboskê / Şirnexê dest bi mesaîyê kir. Piştî buyera Roboskê, nûnerên partîyên sîyasî roja sêşemê li parlamentoya di derbarê buyerê da daxûyanîyên tund dan..

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di gotara xwe da destnîşan kir ku firq û navbeyn dikin nav cenazeyan û dixwazin berê nîqaşan bikin rêya netewetîyê. Serokwezîr Erdogan dîyar kir tê xwestin ku dewletê wekî canî nîşan bidin û dibêjin ku dewletê gelê xwe bombe kiriye.

Hevserokê BDP Selahattîn Demîrtaş jî got ku berpirsê vê bûyerê Serokwezîr Erdogan e û divê ku hesabê vê komkujîyê bide.

Hevseroka BDP Gulten Kişanak jî li lijenya giştî ya parlamentoyê da dîyar kir ku li Robaskê qetlîameka bi plan hatîye kirin û divê lêborîn were xwestin.

Di heman rojê da Dayikên Aşitîyê bi armanca protestokirina êrîşa Roboskê, li ber deriyê odeya Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a li Parlamentoyê bizava runiştinê lidarxistin.

Parlamenterên BDP’ê jî bi heman armancî li hola Lijneya Giştî ya Parlamentoyê dest bi bi bizava rûniştinê kirin û ev bizav dê heta roja çarşemê bidome.

XS
SM
MD
LG