Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AKP û BDP Kom Dibin


AKP û BDP Kom Dibin

Jibo avakirina Qanûna Bingehîn ya nû a Tirkîyê, heyetên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Partîya Aşitî û Demokrasîyê (BDP) li Enqere li hev kom bûn.

Li ser navê AKP'ê Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê Omer Çelîk anî ziman ku bi BDP'ê re, li ser komisyona li hevhatinê be şertê pêşîn li hev kirine lê li ser pêşnîyara “meclisa qanuna bingehîn” de lihev nekirine. Omer Çelik got ku jibo avakirina qanuna nuh îrade û hêz di Parlamentoya Tirkiyê de heye, ne hewceye ku jiderve meclisek were avakirin.

Li ser navê BDP jî Meral Daniş Beştaş jî got " Nîqaşên qanuna bingehîn heke bi qewl û şertan dest pê bike dê zirarê bide pêvajoyê. Di vê mijarê de pêşniyara me ew e ku partîyên ku nektin parlametoyê jî beşdar bibin, herwiha rêxistinên sivîl ên civakî, akademîsyen, rêxistinên pîşeyî jî beşdar bibin û Meclîsek were avakirin da ku bikevin nav xebatên qanuna bingehîn"

Kerem kin bi lînka ‘Guhdarî kirin’a aliyê rastê vê rûpelê, guhdarîya vê raportê bikin.

XS
SM
MD
LG