Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd li Stenbolê


Kurd li Stenbolê
Kurd li Stenbolê

Stenbol bajarê herî mezin ya Tirkîyê ye. Li gorî daneyên sazîya Îstatistikê hejmara vê bajarê 12.9 milyon kes in. Li gorî vê hejmarê Îstenbol ji 118 welatên cîhanê mezintir e. Her sal hejmara Stenbolê 170 hezar kes zêde dibe.

Di nav 50 salên dawî de ji 81 bajarên Tirkîyê, 11 milyon kes koçê Stenbolê kirine. Gelek sedem çêbune ku welatîyên Tirkîyê koçê Stenbolê bikin. Berîya salên 1960’î, ji gelek bajarên mirov jiber sedemên aborî berê xwe dan Stenbolê. Heta di wan salan de gotina “Kevir û axa Stenbolê jî ji zêr e” belav bibu.

Di wan salan de bi taybetî ji bajarên ku endusturî ne li, pêş bû koçberî çêdibû. Ji Bakurê Tirkîyê, Anatolyaya Navîn her wiha herêma rojhilat û başurê rojhilata Tirkîyê bi hezaran malbat jibo rizq û nesîbên xwe koça Stenbolê kirin. Malbatên ku koç dikirin bi taybetî diçûn taxên hembajarîyên xwe. Hêdî hêdî di nav salan de Stenbol bu Tirkîya biçuk û her texeke Stenbolê vegerîya bajarokên biçuk.

Weke minak îro dema ku dibêjin Gaziosmanpaşa tê zanîn ku hejmara welatîyên Siwazê, dema ku dibên Eminonu jî welatîyê ji Mêrdînê hatine li van navçeyan pir zêde ne. Heta ku hejmara Sewazîyan li Stenbolê gihîştîye 681 hezar û 216 kesî. Ev hejmar îro ji hejmara bajarê Sewazê pir zêdetir e.

Li Stenbolê hejmareka zêde ya Kurdan jî heye. Li gorî lêkolînên kompaniya KONDA’yê ku di sala 2008’an çêkirine, li Tirkîyê ew kesên ku xwe Kurd an Zaza binavkirine, rêjeya wan 13, 40 e. Li gorî vê lêkolînê 1.9 milyon kesên ku xwe Kurd binav dikin li Stenbolê dijîn.

Weke welatîyên dinê, Kurd jî di salên 1960’î de jiber egerên aborî koçê Stenbolê dikirin lê piştî salên 1990’î ev rewş veguherî. Piştî 90’î şunde jiber egerên sîyasî û pevçunên navbera dewlet û PKK de, bi sedhezaran Kurd berê xwe dan Stenbolê.

Îro bi sedhezaran Kurd li Stenbolê di gellek kar û xebatên cur bi cur de dişuxulin. Di sektora tekstîlê de ji % 60 karker Kurd in; her wiha di sektora înşaatêda jî nizbetaka gelek mezin ji xebatkarên Kurd pêk tê. Di sektora xwarin û xizmetêda jî rêjaya xebatkarên Kurd gelek zêde ne.

Dema ku berê we ket kolana Îstîklalê li wir, gelek dikan û restoranê Kurdan dê derdikevin pêşîya we. Piranîya hembajarîyên van esnafan jî wexta ku tên Beyogluyê bi taybetî berê xwe dikin dikan û restoranê bajarîyên xwe.

Fexrî 45 salî ye û ji Dîyarbekirê ye û di sala 1992’an de hatiye Stenbolê. Fexrî û birayên xwe li Kolana Îstiklalê karê restoranê dikin.e. Fexrî dibêje ku taxa ku lê kar dikin, ne li gorî çand û jiyana Kurdan e, lê jiber ku rewşa jîyanê li gundê wan nemaye mecbur e ku jîyana xwe li vir bidomîne.

Emrah Cesur jî 26 salî ye û ji Farqînê ye. Dema ku Emrah hê zarok bûye birayên wî yên mezin li Stenbolê ketine nav xebatên tekstîlê. Piştî temenekî şunda Emrah ji birayê xwe diqete û bi xebatên xwe jixwe re markayek diafirîne. Cil û bergên ku îro ji kreasyona Emrah derdikevin, ji Efrîqayê bigrin heta Avrupayê, li gelek welatên cîhanê tên firotin.

XS
SM
MD
LG