Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çend Hizir li ser Romana Kurdî


Çend Hizir li ser Romana Kurdî
Çend Hizir li ser Romana Kurdî

Di çarçoveya bernama mehane ya Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwînê de, li Dîyarbekirê li ser romana kurdî panêlek hat lidarxistin. Nivîskar Muhsîn Osman û Lokman Ayebe di bernamê de li ser romana kurdî goterek pêşkêş kirin.

Lokman Ayebe dîyar kir ku li gorî cîhê ku hatîye nivîsin û li gorî pêlên sîyasî mirov dikare Romana Kurdî di sê kategorîyêan de nîşan bike ku ev Nifşa Sovyetê, Nifşa Dîasporayê û Nifşe neha ye. Nivîskarê ciwan da zanîn ku ligel hêjmara kurdan xwendin û sendina romana kurdî pir kêm e û destnîşan kir ku bi sed xwendevan roman û edebîyata gelê Kurd xelas nabe.

Nivîskarê Kurd Muhsin Osman jî destnîşan kir ku roman bi eqlê gundî û feodalizmê peyda nebûye. Birêz Osman destnîşan kir ku dema ku fabrik nebin, mirov weke cotkar, di, nav zevî û bostanan de kar dike bi tenê serê xwe ve. Wextê mirov bi serê xwe kar dike, bi xwe re diaxive û ji mêjiyê xwe dixwe, kesekî qebul nake û tenê xwe dibîne ev jî dibe asteng li pêşîya peydabûna demokrasîyê.

Nivîskarê Kurd Muhsîn Osman got " Ji Erebê Şemo vir ve, di diroka edebiyata kurdî de ji 40 milyona kurd yek rexnegirek edebîyatê peyda nebûye, eger rexnegir peyda nebin, romana wî zimanê jî epyda nabe..”

Nivîskar Muhsîn Osman dîyar kir ku Kurd bingehên xwe ji feodalî û ji olê digrin. ger Kurd ji qonaxa helbest û quranê derbas nebin, nikarin bigîjin asta roman, şano û sinemayê”

XS
SM
MD
LG