Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bikaranîna Madeyên Tiryakê li Bajarên Kurdan Zêde Dibe


Cîgirê Serokê Partîya Dad û Pêşvebirinê yê bajarê Dîyarbekirê Muhamed Akar.
Cîgirê Serokê Partîya Dad û Pêşvebirinê yê bajarê Dîyarbekirê Muhamed Akar.

Di van salên dawî de li Tirkîyê û bi taybetî li bajarên Kurdan bikaranîna madeyên tiryakê pir zêde bûye. Partîya Dad û Pêşvebirinê ya Bajarê Dîyarbekirê (AKP) 3 meh berê komisyonek ava kir da ku rêjeya bikaranîna madeyên tiryakê tespît bikin. Piştî xebata 3 mehan, raporek hat amade kirin û bi raya giştî re hat parkirin.

Cîgirê Serokê Partîya Dad û Pêşvebirinê yê bajarê Dîyarbekirê Muhamed Akar jibo gohdarên Dengê Amerîka destnîşan kir ku di nav 15 salên dawî de li bajarê Amedê pir zêde tiryak tê bikar anîn.

Muhamed Akar destnîşan kir ku bingeha vê xetereyê pirsgirêka Kurd e. Cîgirê Serokê AKP yê Bajarê Dîyarbekirê got " piştî şerê navbera dewlet û PKK'ê li herêmê bi hezaran gund hatin valakirin û gundiyên kurd mecbur man berê xwe dan bajaran. Sistema civakî hilweşiya,sosyolojiya Kurdan hat guhertin. Gundiyên ku koçê bajaran kirin, bi feqîrî û bêkarîyê re rubirû man."

Sîyasetvanê Kurd dibêje "wextê ku ev pirsgirêk çareser bibe, dê di alîyê aborîyê da jî pêşketin çêbibin, pereyên ku diçe şer, dê jibo aşitiyê û civakê bê serf kirin."


XS
SM
MD
LG