Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salvegera Ajansa Nûçeyan a Dicleyê li Dîyarbekirê Hat Pîrozkirin


Dehemîn salvegera avakirina Ajansa Nûçeyan a Dicleyê (DİHA) roja înê li Dîyarbekirê bi şahîyek hat pîroz kirin.

Siyasetvanê Kurd Ahmet Turk jî di bernamêda amade bû gotinên Serokwezîr Erdogan ên di derbarê muatabiya siyasî a BDP'ê got “Serokwezîr dibêje dev ji tekoşînê berdin , werin ser rêya me û teslîmê me bibin."

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk destnîşan kir ew jibo gelê Kurd tekoşînê dikin, ger dewlet gavên baş bavêje ewê jî ber wi wan ve harin. Birêz Turk got lê ew tu car bi polîtîkayên xapînok dê neyên xapandin.

Gerinendeyê Sernivîsa Tirkî yê DİHA'yê Abdurrahman Gok destnîşan kir ku ajansa DİHA’yê jiber ku buye dengê gelê Kurd her rastê zordestîyê hatîye. Rojnamevan Gok got ji 95 rojnamevanên ku neha li Tirkîyê girtîne 24’ê wan rojnamevan û xebatkarên DİHA’yê ne.

XS
SM
MD
LG