Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêşengeha Pirtûkan ya Dîyarbekirê


Sêyemîn Pêşengeha Pirtûkan ya Dîyarbekirê ya ku di 22'yê Gulanê de destpêkir, roja Yekşemê bi dawî hat. Fuara ku bi alîkariya TUYAP û Yekîtiya Weşanvanan ve tê lidarxistin de 135 weşanxane beşdar bûn.

Di fuarê de 44 bername yên ku ji panel, xwendina helbestan, gotûbêjên li ser pirtûkên nûh pêk tên, hatin lidarxistin.

Di pêşengeha Pirtûkan de 300 niviskar bi xwendevanên xwe re hatin ba hev û bi dehan nivîskar pirtûkên xwe îmze kirin.

Pêşengeha Pirtûkan a ku cara sê ye li Dîyarbekirê tê li darxistin, ev sal bi navê "Rêwîtiya Erdnîgariya qedîm a nivîsê" hat amade kirin. Bilî pêşengeha pirtûkan, her sal pêşengehên fotograf û wêneyan jî di Fuarê de cîh digrin. Îsal ji alîyê Weşanxaneya Bir Zamanlar'ê bi navê 'Li Ameda Berê Cûretiya Çandê' û ji alîyê Weşanxaneya Yapi Kredîyê jî çîroka jîyana nivîskar Sebahattîn Alî bi navê 'Pêşengeha Cama Wêneyekî' di fûarê de hefteyekî derketin pêşberê Dîyarbekirîyan.

Fuar derfetê dide bi dehan saziyên sivîl ên Dîyarbekirê jî da ku danasîna xwe bikin û têkilîyên xwe yên bi gel re bipêş bixin.

Roja înê ji alîyê weşanxaneya Dipnotê li ser kitêba Cemalettin Camli a bi navê 'Li Çar Alîyên Sînor Malbata Cemilpaşazadeyan' û kitêba Ahmet Kardam a bi navê 'Dîroka Serhildan û Berxwedanek: Mîrê Cizîra Botan Bedirxan Beg' panelek hat lidarxistin. Panela ku li ser dîroka Malbatên Bedirxanî û Cemilpaşayan hat amade kirin ji alîyê Bajarvanê Dîyarbekirê Osman Baydemîr ve hat birêvebirin.

Nivîskar Ahmet Kardam destnîşan kir ku piştî 50 salîya xwe hîn bûye ku ew Kurd e û endamek malbata Bedirxanîyan. Kitêba nivîskar li ser dîroka Mîr Bedirxan e. Nivîskar Kardam da zanînin piştî ku Mir Bedirxan li hemberê Osmanîyan têk çû, fetha mezin a Osmanîyan ew dem li Kurdîstanê pêk hat.

Nivîskar Cemalettin Camli jî di derbarê pirtûka xwe de destnîşan kir ku rola Cemilpaşayan di avakirina hizra netewperwerî ya Kurdan de pir mezine û di gelek tevgerên Kurdan de rolên sereke lîstine. Nivîskar Camlî da got ger sedsala 19'emin neyê fêmkirin û tehlîl kirin, mirov nikare bingeha pirsgirêka kurdan jî fêm bike. Nivîskar dîyar kir ku destpêka Pirsgirêka Kurdan jî di sedsala 19'emîn de destpêkiriye.

Bajarvanê Dîyarbekirê Osman Baydemir jî got ev herdû kitêb nîşan didin heta ku mazlumîyeta gelê Kurd dewem bike, heta ku kurd negîjin statuyek, şerê navxo yê desthilatîyê jibo Kurdan heram e. Bajarvenê Dîyarbekirê da zanîn ku şerê navxo her bi Kurdan daye wunda kirin û wan bê mecal xistiye û lazim e ku Kurd êdî dev ji şerê navxo berdin, bibin yek û ji dîrokê ders bigirin.

Osman Baydemîr destnîşan kir ku ewê van herdû kitêban dîyarîyê kurdên ku siyaseta xwe di partîya AKP û CHP'ê de didomînin, bike.

XS
SM
MD
LG