Li hemberê komkujîya Hûlê, piştî 9 dewletan, Tirkîye jî jibo protestoyê, roja Çarşemê biryara derxistina dîplomatên Sûrîyê da.
Wezareta Karên Derve yê Tirkîyê, bi daxuyanîyek nivîskî ragihand ku ji Masalahtguzarê Enqerê yê Sûrîyê hatîye xwestin ku ji 30’ê Gulanê şun de, di nav 72 demjimêran de Tirkîyê terk bikin.
Di daxuyanîyê de hate destnîşan kirin ku komkujîya roja Înê li gundê Hûleyê 110 kes hatin kuştin ku piranîya wan jin û zarok bûn, bu egera infialeke mezin di civaka navnetewî de.
Daxuyanî weha dewam dike "ev qetlîama ku li ser sivîlan hatîye kirin, sûcê mirovahîyê ye û lazim e ku were cezakirin. Civaka navneteweyî berpirs e ku li hemberê vî sûcê mezin bibin yek û divê bersivek bidin Sîrîyê.”
Li ser vê ferasetê deweleta me biryar da, ku li hemberê rêvebiriya Sûrîyê tedbîrên nû bigrin. Li ser 9'emîn xala Peymana Peywendîyên Dîplomatîk a Vîyanayê, me ji Maslahatguzarê Enqerê yê Sûrîyê daxwaz kir ku di nav 72 saeten de, tevî personelên dîplomatîk yên balyozxanê welatê me terk bikin. "
Di daxuyanîyê da hatîye destnîşan kirin ku ev biryar bi notayek ji Maslahatguzarê Surîyê re hatîye ragihandin. Herwiha di daxuyanîyê de hatîye dîyar kirin ku li ser bangewazîya civaka navnetewî, Tirkîye jî li hêvî ye ku Rêvebiriya Sûrîyê tundûtûjîya ku li ser gelê xwe pêk tîne, bi dawî bike û li gor dexwazên meşrû yên gelê xwe, rêya demokrasîyê veke.
Daxuyanî weha bi dawî dibe: "Ger rêya demokrasîyê venebe û tûndûtûjî bi dawî nebe, dewleta me û civaka navnetewî ew dê li hemberê Sûrê tedbîrên girantir bigirin. Ev qirar berpirsiyareke, manewî û wijdanî ye jibo gelê Surî"
Li gundê Hûle roja Înî nêzîkî 110 kes hatin kuştin ku piranîya wan jin û zarok bûn. Li hemberê vê qetlîamê, roja Sêşemê Amerîka, Fransa, Brîtanya, Awistralya, Almanya, Holenda, Îtalya, Spanya û Kanada diplomatên Sûrî qewitandin.