Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Anter Anter Dibêje Tu Suc û Qebehetek Wî Tuneye ji Bilî Kurd Bûnê


Anter Anter, Hatice Kamer û Rahşan Anter.

Rewandiz ji alîyê siruşt û erdnîgarîya xwe di nav cîhên herî xweş ê Kurdistanê de ye.

Li jora qeza Rewandizê cîhekî hatiye avakirin bi navê Pank Rewandizê. Anter Anter’ê kurê Musa Anter du sal berê li Swêdê piştî ku malnişîn dibe, li ser pêşnîyara hevalê xwe tê Rewandizê û li beşeka restorana Pankê, Anter Piza vedike.

Anter Anter 67 salî ye û 43 sal hatina wî ya Tirkîyê qedexe bû. Piştî hewildanên salên dirêj, bi îcazeyeka taybet a Serokwezîr Recep Tayyip Erdoganî, di meha yekê de hat Tirkîyê û cara yekê çû ser gora bavê xwe Musa Anter.

Anter Anter destnîşan dike ku tu suc û qebehetek wî tuneye ji bilî Kurd bûnê. Anter Anter destnîşan dike ku bingeha gelek neheqiyên ku diqewimin de pirsgirêka Kurd heye û lazim e ku ev pirsgirêk rojek berîya rojekî were çareserkirin.

XS
SM
MD
LG