Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Solîn a Zelal Gokçe


Di van salên dawî de di warê musîka Kurdî de gelek dengên xweş derketin holê.

Zelal Gokçe jî yek ji wan hunermendan e ku bi taybetîya rengê dengê xwe, di gelek xebatên musîkê de cîh girtiye û berîya ku albumeka solo derxe, bi deng û şêweya xwe ya xweş hatîye naskirin.

Zelal Gokçe berîya çend hefteyan yekemîn albuma xwe ya solo ji Kom Musîkê derxist. Albuma Zelal ya ku bi navê Solîn derket bi pir zimanî hatîye amade kirin.

Di Solîn de bi zaravayên Kurdî yên Soranî, Kurmancî, Zazakî, Lurî, herwiha bi zimanên Ermenî û Tirkî 11 stran hene.

Zelal Gokçe dibêje dema ku albuma xwe amade kiriye nedaye pey hêstên ku bila stran populer bin, hunermenda ciwan destnîşan dike ku di amadekirina albumê de ecibandin û hezkirina guhdaran jî pîvanek mezin e jibo hunermendan.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna peyamnêr Xecîcan Farqîn bi hunermend Zelal Gokçe re, fayla dengî li rexê rastê vê rûpelê kilîk bike.

XS
SM
MD
LG