Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nîqaşên Kurtajê li Tirkîyê


Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li ser kurtajê, jiberbirina zarokan û zarokanîna bi sezeryanê, berîya çend hefte nîqaşek da destpêkirin. Recep Tayyîp Erdogan di gotarek xwe dîyar kir ku medya her behsa Roboskê dike lê çavê xwe ji kurtajê re digre.

Serokwezîrê Tirkîyê got li gor wî her kurtajek Uludere/Roboskî ye. Recep Tayyîp Erdogan da zanîn ku ewê qanûnek derxin û kurtajê qedxe bikin, herwiha sînorê bînin ser sezeryanê.

Ev daxuyanî li seranserê Tirkîyê deng veda û her mijara qedexekirina kurtajê her roj dibe egera protestoyan.

Wezîrê Saxlemîyê Recep Akdag jî da zanîn ku jibo plankirina anîna zarokan divê kurtaj wek çareserîyek neyê dîtin û destnîşan kir ku ew di amadekirîya pêşnûmayekî da ne da ku sînor bînin ser sezeryanê û kurtajê qedexe bikin.

Gotinên Serokê Komisyona Mafên Mirovan ya Parlamentoyê Ayhan Sefer Ustun jî bu egera protestoyan. Ustun got jinên ku di encama tecawuzê da du canî man, lazim e ku wan zarokan jiberxwe nebin.Sefer Ustun got ku lazime cezayê sucê bavê zarokan li zarokan nebrin, jiber ku mafê herkesî yê jîyanê heye.

Partîyên opozîsyonê jî li ser qedexekirina kurtajê bertek nîşan dan.

Partîya CHP jibo qedexekirina kurtajê got " ger hun kurtajê qedexe bikin dê rê û rêbazên ne pak peyda bibin. Gelek kes dê serî bi rêbazên dijî saxlemîyê bixin û jiyana jinan bikeve nav xetereyê.

BDP jî got "mafê hikûmetê nîne ku li ser bedena jinan qirar bide, partîya me li hemberê vê qirarê ye, ev qedexe dê Tirkîyê di başde bibe.

Jinên Dîyarbekirê di derbarê nîqaşan de hizrên xwe ji gohdarên Dengê Amerîkayê re parvekirin.

Kamuran Yilmaz got li herêmê kuştinên li ser navê namusê gelek caran pêk tên. Ger qedexeyek derkeve ewê ev rêje zêdetir bibe.

Gurbet Yilmazcan xwendekar e û got ew naxwaze kurtaj qedexe bibe jiber ku ew bawer nake ku qedexe pêşî li kurtajê bigre.

Munever Gormez jî destnîşan kir ku divê dewlet nekeve nav meseleyên malbatî. Xanima Munever got li Tirkîyê ewqas mesele hene ku li benda çareserkirinê ne, lazim e serokwezir bi wan mijûl bibe, mesela kurtajê jî yan nav jin û mêran e na ya wî ye.

Sema Akgun jî dibêje ew li dijî kurtajê ye lê naxwaze ku kurtaj qedexe bibe.

XS
SM
MD
LG