Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamenterên BDP’ê Dest bi Greva Birçîbûnê Kirin


Di roja 60’an ya greva birçîbûnê de parlamenterên Partîya Aşîtî û Demokrasîyê (BDP) jî dest bi greva nexwarinê kirin.

Hevseroka BDP’ê Gulten Kişanak, Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk, parlamenterê Çolemergê Adil Kurt, parlameterên Stenbolê Sirri Sureya Onder û Sabahat Tuncel û Bajarvanê Dîyarbekirê Osman Baydemîr destnîşan kirin jiber ku heta roja 60’an de hikûmet gaveke berbiçav navêtîye, ew jî dikevin greva birçibûnê ya bê dem û bê dor.
Hêjayî gotinê ye ku parlamenterên BDP’ê Emine Ayna û Ozdal Uçer jî du roj berê dest bi grevê kiribûn.

Sîyasetvanên Kurd roja Şemîyê li avahîya KCD daxuyenîyek dan çapamenîyê û destnişan kirin ku daxwaza girtîyan daxwaza wan e jî û heta gavên erênî neyên avêtin, ewê jî dev ji grevê bernedin.

Hevseroka BDP’ê dîyar kir rewşa 384 kesan pir xeter e û îhtimala mirinê jî pir mezin e.

Bi alîyekî din ve, Hevserokê BDP Selahattin Demîrtaş û Hevserokê KCD Ahmet Turk jî îro jibo grevê bi Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Bulent Arinç re hatin ba hev. Bulent Arinc dîyar kir ku di civata weziran de çi gotibe îro wan gotinên xwe ji Selahattîn Demîrtaş re dubare kirîye. Lê, birêz Arinç di derbarê kombûnê de tiştek rave nekir.


please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG