Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdistan TV li Îstanbolê


Mihemed Sanrî.

Bajarê Îstenbol îro him bajarê herî mezin yê Tirkîyê ye him jî navendeka mezin û girîng ya cîhanê. Jiber vê yekê buroyên gelek tv, rojname û radyoyên navnetewî li Îstenbolê hene.

Him jiber hejmareka zêde ya Kurdan him jî jiber bajareke ku îro bûye sentereke mezin, medayaya Kurdî jî xwe li vî bajarî bicîh kiriye. Tevî gelek ajans û televîzyonên Kurdan, Kurdîstan Tv jî bi salan e ku li İstenbolê nuçeyên girîng radigihîne ji bo gohdar û temaşevanên Kurd li cihanê.

Ofîsa Kurdistan TV ji 2007’î vir ve li İstenbolê hatîye damezrandin. Rêvebirê buroya Kurdistan TV Mihemet Sanrî dide zanîn ku du kameraman û peyamnêr bi giştî 6 kes li buroyê dixebitin.

Rêvebirê Kurdistan tv yê buroya Îstanbolê dide zanîn ku ji aliyê fermîyetê ve tu astengî li pêşeya wan nemaye.

Mihemed Sanrî dibêje ku di destpêkêda, jiber navê Kurdistan ew car caran rastê gelek zehmetîyan hatine.

Buroya Kurdistan TV ya li Îstenbolê îro li taxa Mecîdiyekoyê, bi kar û xebatên xwe yên serkeftî dibin deng û çavên Kurdan li Îstenbolê.

Kerem kin bi lînka ‘Guhdarî kirin’, guhdarîya vê raportê bikin.

XS
SM
MD
LG