Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konferansa Piştgirtina Kurdên Sûrîyê li Dîyarbekirê


Konferansa Piştgirtina Kurdên Sûrîyê li Dîyarbekirê

Roja şemîyê ji aliyê Komîteya Piştgirtina Kurdên li Sûrîyê, bi beşdarîya nunerên Kurdên li Surîyê, li Dîyarbekirê konferansek hat li darxistin.

Di konferansa “Kurdisatana Sûrîye û Buhara Ereb’ande ji Partîya Demokrat a Pêşvero Dr. Behzad Îbrahîm; ji Partîya Yekîtî Kurd Abdulsamed Dawid; ji Hevgirtina Gelê Kurd li Surî Dr. Muhamed Reşo ji Sûrîyê beşdar bûn.

Dr. Behzad Îbrahîm di gotara xwe da destnîşan kir ku Partîya Demokrat a Pêşvero him jibo xurtkirina pêywendiyên digel opozîsyona eraban him jî jibo yekîtîya partîyên Kurdan roleka pir mezin leyistîye. Doktor milletê Kurd li Surîyê xebat dike jibo avakirina sîstemeka demokrat ku mafên Kurdan jî têde hebe.

Doktor Abdulsamed Dawid jî di gotara xwe de behsa projeyên nîjadperestî yen ku li ser Kurdên Surîyê hatine meşandin kir. Dr. Addulsamed destnîşan kir ku di cîhanêda şer yan ji bo erd, yan jî jibo azadîyê tên kirin û ew erdên ku 37 sal berê ji destê Kurdan hatine sendin divê vegere xwedîyên xwe yê resen.

Ji Hevgirtina Gelê Kurd li Surî Dr. Muhamed Reşo jî da zanîn pirsgirêka herî mezin li ber Kurdan ew e ku di navxwe da hê jî tifaqek ava nekirine. Doktor Reşo dexwazên Kurdan ji opozîsyona Surîyê di çend xalan anî ziman .

Saîd Veroj jî balê da ser rola Îranê û destnîşan kir piranîya gelên ‘Îran û Sûrîyê Şîe ne ku ev yek sedemeka mezin e jibo tifaqa Îran û Sûrîyê. Birêz Veroj got îro şertên stastuya Kurdan çêbuye û divê ku Kurd bi zanebûn tevbigerin.

Hêjayê gotinêye ku Komîteya Piştgirtina Kurdên Sûrîyê ji BDP, HAK-PAR, KADEP, TEVKURD, OSP, Şoerşgerên Demokrat û Gruba Dîyaloga Dîcle û Firatê pêk tê.

XS
SM
MD
LG