Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

“Bila Sala 2013 Bibe Sala Kela Dîyarbekirê"


Jibo sala 2013 li Tirkîyê bibe sala Kela Dîyarbekirê, kampeyna imzeyê hat destpêkirin.
Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş destnîşan kir ku Diyarbekir bajarekî pir kevn ku nişanên 33 medeniyetan li sur û bedenên bajêr hene.

Abdullah Demirbaş destnîşan kir ger planeka parastinê neyê çêkirin û restore nebin surên bajêr ê ber bi ruxandinê ve herin.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Dîyarbekirê Osman Baydemîr jî balê da ser dîroka kevin a bajêr û got kela û bedenên bajêr mirata şirîk a mirovahîyê û divê vê mîratê ji paşerojê re bihêlin. Şaredarê Dîyarbekirê got jibo Kela dîyarbekirê bikeve listeya mirata cihanê ya UNESCO'yê divê her kes pişt bide vê kameynê û bizavên cudatir bidin lidarxistin da ku bala raya giştî bikşînin.
Tê hêvî kirin ku ji milyonek zêdetir imze were kom kirin. Piştî ku imze kom bûn ê lisetyên imzeyan ji Serokomarê Tirkiyê û Wezirê Turîzm û Çandê re were hinartin. Kampeyna imzeyê li ser navnîşana www.diyarbakirsur.com jî dewam dike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG