Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Edebîyata Kurdî li Sovyeta Berê


Nivîskar û lêkolêr Eskerê Boyik li Komela Çand û Hunerê ya ÇIRA’yê li ser mijara “Li Sovyeta Berê Edebîyata Kurdî “panelek da.

Eskerê Boyik, li ser dîroka Kurdên Sovyetê û zehmetîyên ku wan kişandine, herwiha destpêkirina xebatên rewşenbirî û gavên pêşîn yên Edebîyata Kurdî de gotareke berfireh da.

Lêkolinerê Kurd dîyar kir piştî Şoreşa Sovyetê, di sala 1921’an de qanûnek hat derxistin ku her miletek bi zimanê xwe perwerde bibîne.

Nivîskarê Kurd got, “rewş çiqas dijwar be jî ger dewlet bixwaze, dikare bi zimanê her miletî mekteban vekin û çanda wan pêşve bibin.”

Eskerê Boyik da zanin ku heta 1937’an jibo kultura Kurdan bingehek baş çêbû, lê di sala 1937’an rewşenbirên Kurd jî ketin ber dijwarîyên serdema Stalin.

Niviskar û lêkolinerê Kurd Eskerê Boyik îfade kir di sala 1955’an de dema ku Mele Mustafa Barzani tevî hevalên xwe hatin Moskova’yê, gelê Sovyetê dît ku li Rojhilata Navin mîletekî mezin yê bi navê Kurd heye û dû re Kurdan anîn bîra xwe.


please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG