Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bernama Yadkirina Helbestvan Arjen Arî


Komaleya Nivîskarên Kurd li Dîyarbekirê, jibo Helbestvan Arjen Arî bernama yadkirinê lidarxist. Di bernamê de di derbarê jîyan û berhemên wî de panelek hat lidarxistin û helbestên wî hatin xwendin.

Bername bi gotara nivîskar Dîlawer Zeraq destpêkir. Birêz Zeraq destnîşan kir ku Arjen Arî di nav helbesta klasîk û nûjen a Kurd de weke pirek bû û di helbestên wî de tiştê herî girîng ziman û çand bû.

Nivîskar Şerefxan Cizîrî jî li ser jîyana wî agahîyan da û destnîşan kir ew civata ku Arjen Arî têde mezin bû pir zêde li ser helbestên wî tesîr kirin. Helbestvan Berken Bereh jî got "Ger em behsa Arjen Arî bikin, emê behsa Kurdîstanê bixwe bikin jiber ku ew wijdana Kurdan bû."

Nivîsakar û wergêr Kawa Nemir jî got dema ku ew çav bi bi helbestên Arjen Arî, Berken Bereh û Ahmet Husetynî ketîye, pê hisîyaye ku ew di navbera nifşa Hawarê û helbesta nûjen de wek pir in.

Di dawîya bernama Yadkirina Arjen Arî de, stranbêj Mehmet Atli jî bi stranên xwe yên ku ji helbestên Arjen Arî çêkiribû konsertek biçûk da.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG