Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

"Azadîya Alevîyan û ya Kurdan bi Hev re Girêdayî ye"


Konferansa Alavîyan li Dîyarbekirê
Konferansa Alavîyan li Dîyarbekirê
Konferansa Yekê ya Alevîyan di 2-3 meha Şubatê de li Dîyarbekirê hat lidarxistin.
Beşdarên Konferansê dibêjin, gaveke girîng e ku Tevgera Kurd û Tevgera Demokratîk ya Alevîyan hatin ba hev û ew jî jibo çareserîyeke demokratîk hêvî dide wan.

Herwiha hat destnîşan kirin ku azadîya Alevîyan û Kurdan girêdayî hev e.

Parlamanterê Partîya Aşitî û Demokrasîyê (BDP) yê Muş’ê, Demîr Çelik ji Dengê Amerîka re destnîşan kir di konferansê de hat îfade kirin ku Qanûna Bingehîn ya nû, jibo pêşketina demokrasîya Tirkîyê pêdivîyeke mezin e. Çelîk herwiha got, divê mafên Alevîyan bi qanûnê were parastin.

Birêz Çelîk da zanîn ku di nîqaşan de derket pêş ku divê Sazîya Karên Dîyanetê were rakirin û cemxaneyên Alevîyan wek îbadetxane were qebûl kirin.

Di konferasnê de biryara yekîtîya Alevîyên Mezopotamyayê jî hat pejirandin. Serokê Komelên Çandî yên Alevîyan Engîn Guduk biryara konferansê rexne kir û got “bi vê encamnamê dixwazin tevgera Alevîyan perçe bikin.”

Parlamenter Demîr Çelik dîyar kir ku ew ji daxuyanîya Engin Guduk ne agahdar e.
Lê, wî destnîşan kir bela ku konferans ji alîyê Kongreya Civaka Demokratik hat birêve birin, ne jibo hemî Alevîyan. Çelik got, konferans tenê dikaribû jibo Alevîyên Kurdistanê biryaran bigire.


please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG