Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

6 Şaredarên BDP’ê Hatin Berdan


Di rûniştina doza mezin a KCK’ê de ku roja Sêşemê li 6’êmîn Dadgeha Cezaya Giran a Dîyarbekirê hat dîtin, şeş ji wan şaredarên berê yên Partîya Aşitî û Demokrasîyê (BDP), bi giştî 10 kes hatin berdan.

Li ser dexwaza dozger ku dadgehê erê kir, Şaredarê berê yê Yenîşehîr’ê (Dîyarbekir) Firat Anli, Şaredarê berê yê Batman’ê Huseyin Kalkan, Şaredarê berê yê Şirnex’ê Ahmet Ertak, Şaredarê berê yê Dîcle’yê (Pîran) Abdullah Engin, Şaredarê berê yê Kiziltepê (Koser) Ferhan Turk, Şaredarê berê yê Hekkarî’yê (Colemêr) û herwiha Kazim Kurt, Aslan Ozdemir, Fadile Bayram, Hasan Oner û Takibe Tugay hatin berdan.

Firat Anli dema ku ji girtîgehê hat berdan, destnîşan kir heta ku hemî hevalên wan azad nebin, ew dê xwe azad nebînin.

Hevserokê Partîya Aşitî û Demokrasîyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş û Cîgirê Serokê Partîya Gel a Komarî (CHP) Sezgîn Tanrikulu di rûniştina dozê de amade bûn.

Hevserokê BDP’ê got “Dadgeh vegerîyane mezbaxaneyan. Çar sal in ku îddîanameya hevalên me hîn nehatîye xwendin. Heta ku hemî hevalên me azad nebin, dilê me ê xweş nebe.”

Cîgirê Serokê CHP Sezgîn Tanrikulu jî got "li Tirkîyê dadgeh weke amûrê terbîye kirina sîyasetê tê bikar anîn. Divê dadgerî xizmetê aşitî û lihevhatinê bike, ne ya jihevqetandinê.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG