Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dêrsîm Roja Jinan ya Cîhanê Pîroz Dike


Roja Jinan ya Cîhanê li Dêrsîmê bi beşdarîya dehan hezar jinên Kurd bi coşiyek mezin hat pîroz kirin.

Hevseroka Partîya Aşitî û Demokrasiyê BDP Gulten Kişanak destnîşan kir ger kuştina Sakine Cansiz, Fidan Dogan, Leyla Şaylemez neyê ronî kirin, ew ê Fransa, Tirkiye û Avrupayê berpirs bigrin.

Sîyasetvana Kurd jib pengava nû got ew rûmet didin vê pengavê û hesas tevdigerin.
Birêz Kişanak jibo rapora Roboskê a ku ji aliyê Komîsyona Uludere ya Parlamenoyê hat amade kirin got " komisyon bi vê raporê dixwze ser rastiyan bigre.

Hevseroka BDP'ê got ev parlamentoya ku nikare bûyera Roboskê ronî bike, gelo ê çawa dikaribe ji heqê pengava aşitiyê derkeve? Ger dixwazin aşitî çêbibe divê pêşî bûyera Roboskê ronî bikin."

Ji aliyê dinê va Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, bi hevjîna xwe Emine Erdogan re, jibo pîrozkirina Roja Jinan li bajarê Sêrtê bû. Birêz Erdogan li Sêrtê ji jinan xwest ku piitgirî bidin vê pengavê. Serokwezîrê Tirkîyê got "ez bang li hemû Tirkîyê dikim, bi çek tu pirsgirêk çareser nabe. Digel helwesta neyênî ya opozisyonê em ji gelê xwe, ji dayikên xwe bawer dikin ku ewê xwedî li vê pengavê derkevin."

Roja 8'ê Adarê jî tundûtûjî li ser jinê dewam kir û li Dîyarbekirê jineke 28 salî ya binavê Nazli Aydin ji aliyê destgirtiyê xwe hat kuştin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG