Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan li Sêrtê bi Alim û Seydayan re Kom bû


Recep Tayyip Erdogan
Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan hem jibo piştgirîya gel bixwaze ji bo pêvajoya nû hem jî ji bo hin tesîsên nû vebike, jibo du rojan li bajarê Sêrtê bû.

Birêz Erdogan di çarçova serdana xwe de, ji Sêrtîyan re qala girîngîya pengava nû kir û di hemû gotarên xwe de rawestandina şerê bi çekdarî anî ziman. Roja şemîyê jî got “çekên xwe deynin û li parlamentoyê sîyasetê bikin.”

Serokwezîr Erdogan di serdana Sêrtê de jibo qala pengava nû bike û piştgiriya wan bistîne de bi mela û alim û rûsipîyan re jî rûnişt. Roja şemîyê li navça Tilloyê, ku bi ev der bi medresyê û alimên xwe navdar e, di taştê yê de bi aliman re hat ba hev.

Kurê Şêxê Tilloyê Şêx Hayrettin Aydin jî di civata serokwezîr de amade bû. Birêz Aydin jibo Dengê Amerîka got bela ku di civatê de hurmetek mezin heye ji seyda û melalyan re, birêz Erdogan bi wan îstîşare kirîye di derbarê ev pengava ku hatîye destpêkirin de.

Şêx Hayrettin Aydin destnîşan kir Serokwezîr Erdogan gotîye ew dixwazin êdî di nav Kurd û Tirkan de kuştin çênebe jiber ku ne ol ne jî wijdan vê yekê qebûl dike.

Birêz Aydin destnîşan kir Recep Tayip Erdogan 30 salan zêdetir e ku her daîm serdana Tilloyê dike û hurmeta wî heye ji alim û seydayên Tilloyê re.

Ji aliyê dinê ve Serokê Komela Piştgirîyê ya Aliman Melle Muhammed Çelik jî ji Dengê Amerîka re got firq û mabeyn heye di nav mela û seydayan de û serokwezir bi yên ku wî qebûl dikin re rûdinê ne bi melayên Kurdistanî re.

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG