Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

PKK Heşt Leşker û Karmendên Girtî Azad Dike


Çekdarên jin yên PKK'ê
Îro Sêşemê şandeyek ji Dîyarbekirê ber bi derîyê sînor yê Xaburê ve birê ket ku 8 leşker û karmendên dîl yên di destê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) de teslîm bigirin.

Piştî banga Abdullah Ocalan, PKK’ê biryar dabû ku leşkerên Tirk serbest bike ku ji salekê zêdetir e di destê wê de ne.

Jibo karmend û leşkerên dîl ji PKK teslîm bigirin Parlamenterên Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Adîl, Kurt, Sebahat Tuncel û Husamettîn Zenderlîoglu, herwiha Serokê Giştî yê Komela Mafê Mirovan Ozturk Turkdogan, Serokê Giştî yê Mazlum-Der’ê Faruk Unsal, Serokê Komela Mafê Mirovan yê Şaxa Dîyarbekirê Raci Bilicî di şandeyê de cî digirin.

Racî Bilici ji Dengê Amerîka re destnîşan kir roja Sêşemê ewê ji sînor derbazî alîyê Herêma Kurdîstanê bibin û malbatên girtîyan, di bin kontrola Wezareta Dadê wê herin ber sînor û ji wir zarokên xwe ji şandeyê wergirin.

Navê karmend û leşkerên dîl yên ku dê werin berdan, ev in.
please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link


Namzedê Qeymeqamîyê Kenan Erenoglu, polîs Nadîr Ozgen, leşker Abdullah Sopçeler, Zîhnî Koç , Kemal Ekîncî, Hadî Gîzlî, Ramazan Başaran û Reşat Çeçan.
XS
SM
MD
LG