Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Davutoglu li Dîyarbekirê Bû


Ahmet Davutoglu (rast) û şaredarê Dîyarbekirê Osman Baydemir.
Ahmet Davutoglu di serdana Dîyarbekirê de bi nûnerên saziyên sivil re kom bû û li Zanîngeha Dicleyê beşdarê Konferansek bû. Birêz Davutoglu piştî konferasê serdana Şaredarê Dîyarbekirê Osman Baydemîr jî kir.

Davutoglu di konferansa li Zaningeha Dîcleyê de destnîşan kir divê pêşî têgîştinek nû were avakirin da ku ji tirsên berê xelas bibin û rêzdarîyê serdest bikin.
Wezîr Davutoglu di gotara xwe de balê da ser sînorên dewletan û got "emê hurmetê nîşanê sînoran bidin lê emê nehêlin ku ev sînor bibin asteng." Birêz Davutoglu destnîşan kir ew pêşîya restorasyonek herêmî vedikin û li hemberê vê polîtîqayê helwesta Avrupayê jî rexne kir ku dibêjin “Osmanîyek nû ava dikin.”

Wezir Davutoglu ifade kir bi nexşeya Sykes Picot a ku sînoran dani nav gelê rojhilata navîn paşeroj ava nabe. Wezîrê Karên Derve birêz Davûtoglu, Şaredarê Dîyarbekirê Osman Baydemir li meqama wî ziyaret kir.

Şaredarê Dîyarbekirê ifade kir neha di pengaveke dîrokî de derbas dibin û got “hêvî dikim ku ev car rûreş nebin. Em him ji kiryarên xwe him jî ji tiştên ku nekirine jî mesûl in û inşallah emê ji nifşên paşerojê re di şûna şer û pefçûnê de aşitî û aramiyê mîrat bihêlin.”

Wezîr Davûtoglu jî, gotara Serokwezîr a ku di sala 2005’î de li Dîyarbekirê kiribû bibîr xist û got “ serokwezîr bi ew gotara xwe peyamên maf û azadî û demokrasiyê dabû, heman peyam û pengav îro jî berdewam in. Ev pengav bi îrada serokwezir û bi piştigirîya hukûmeta me destpêkir. Çawa ku her kes xwedî li silava xwedê derdikeve divê xwedî li vê pengavê jî derkevin.”

Birêz Davutoglu destnişan kir cemre çawa dikeve av û ax û hewayê, cemreya muhabetê jî ketiye nava dile gel. Wezîr Davutoglu weha dewam kir “Xwedê muhabeta me zêde bike, divê em fersendê nedin ew kesên ku dixwazin fitne û fesadîyê derxin. Em hemû divê bi berpirsîyarî tevbigerin, ev pirsgirêkên konjonktur in, ger her kes li gorî vê berpisîyarîyê tevbigere inşallah ê him li welatê me, him jî li herêmê, bi vê restorasyona nû, ê sîstemeka nû were avakirin. Ev di heman demê de peyamek aşitîyê ye jibo hemu mirovahiyê.”

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG