Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sêyemîn Şandeya BDP'ê Çû Îmraliyê


Jibo ku banga rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê PKK Abdullah Ocalan a ku di Newrozê de dê bike, ragihinîn, şandeya sêyemin a Partiya Aşitî û Demokrasiyê BDP’ê, roja Duşemê çû Girava Îmraliyê.

Di şandeya sêyemîn de Hevserokê BDP Selahattîn Demîrtaş, Parlamentera BDP ya îdirê Pervîn Buldan û Parlamenterê BDP yê Stenbolê Sirri Sureya Onder cî digrin.
Piştî ku pêvajoya Îmralîyê destpêkir, cara pêşî di 3’ê Meha Yekê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk û Parlamentera BDP ya Batmanê Ayla Akat çûn serdana Rêberê Abdullah Ocalan.

Piştî wan, şandeyê duyemîn a BDP'ê, 23’ê Meha Du çûn îmarliyê. Du heyeta sêyemîn de, Parlamenterê BDP’ê yê Dîyarbekirê Altan Tan, Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureya Onder û Parlamentera îdirê Pervîn Buldan, cî girtin. Ev şande sê nameyên Abdullah Ocalan jibo Partiya Karkerên Kurdistanê, Partiya Aşitî Demokrasîyê û ji Kurdên Avrupa re nivisnadibû bixwe re anîn û ragihanin muatabê wan.

Abdullah Ocalan di wan nameyan de çarçova plana agirbestê û vekişana serhildayên PKK'ê ji Tirkiyê dîyar kiribû. Li gorî nuçeyan BDP, PKK û Ewropa di bersiva nameyan de piştigirîya xwe îlan kirine jibo pengava nû ak destpêkiriye.

Çaverêye ku rêberê PKK, nexeşeya nû a jibo çareserkirina Pirgirêka Kurd amade kiriye, radestê şandeya BDP'ê bike. Li gorî hin çavkanîyan di nexşeyê de Abdullah Ocalan ê bang li PKK'ê bike da ku agirbestê îlan bike û serhildayên xwe ji sinorên Tirkiyê vekişînin.

Nexşeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê di Newrozê de, li Dîyarbekirê were îlan kirin û xwendin.

Ji aliye dine ve Wezirê Dadê yê Tirkiyê Sadullah Ergin ji televiyonek re daxuya kirin ew çaverêne ku hêzên PKK ji Newrozê heta dawîya meha 12 ji Tirkiyê derkevin. Sadullah Ergin destnişan kir vekişîna dersînor û pengava bêçalaktîyê divê bihevre destpê bike û ihtimal heye ku jibo vekişîna serhildayan qanûnek jî derêxin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG