Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

75’emîn Bîranîna Komkujîya Dersîmê


Peykerek li bajarê Derîsmê.
Peykerek li bajarê Derîsmê.
4’ê Gulanê 75’emîn salvegera Komkujîya Dersîmê bû.

Di 23’ê Cotmeha 2011’an de Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan jibo Qetlîama Dersîmê lêborîn xwestibû. Birêz Erdogan li gorî qeydîyên arşîvên dewletê eşkere kiribû encama qetlîama ku di dema desthilatîya CHP’ê de hatîye kirin, 13 hezar û 809 kes hatine kuştin, 12 hezar kes jî hatine koç kirin.

Hevserokê Kongerya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk, di derbarê qetlîamê de got “rejîma Kemalizmê li Dersîmê qetliamek kir lê li herêma Dersîmê gelek kes hê jî piştgirîya Partîya CHP’ê dikin, ev jibo me rûreşî ye.”

Serokê HAKPAR’ê Kemal Burkay ji Dengê Amerîka re got “qetlîama Dersîmê jenosîd bû. Ne tenê serokwezîr, divê serokkomar û serokê CHP’ê jî lêborînê bixwazin, herwiha divê navê Dersîmê şûnda vegerînin û nasnamê keçen Dersîmê yên ku ji malbatê wan hatine sendin, werin tespît kirin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG