Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

"Bila Kurdî jî Bibe Zimanê Fermî li Tirkîyê"


Kongreya 8-emîn a Navenda PEN'a Kurd, di 18'ê Gulanê de li Dîyarbekirê destpê kir.

Serokê PEN'a Kurd Zerdeşt Haco di kongreyê de bang li karbidestên dewleta Tirkîyê kir da ku di çarçova manifestoya Girona'yê de zimanê Kurdî jî bibe zimanê fermî û di Qanûna Bingehîn de ev maf were bicî kirin.

Birêz Haco li ser navê PEN'a Kurd jibo azadkirina rewşenbîrên Kurd jî bang li karbidestên dewletê kir.

Piştî hilbijartina komîteya nû û gengeşekirina siberoja Navenda Pena Kurd, kongre dê bi dawî bibe. Endamên PEN'a Kurd ku di kongreyê de amade bûn, roja Yekşemê, li ser mijara zimanê Kurdî, li Pêşengeha Pirtûkan ya Dîyarbekirê, dê beşdarê forûmê bibin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:49 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG