Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

“Ger Jin Yekîtîya Xwe Pêk Bînin, Dikarin Rûyê Erdî Bihêjinin”


Sîyasetvana navdar ya Kurd Layla Zana di konferansê de afaxtinek kir
Yekemîn Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn roja Înê li Dîyarbekirê destpê kir.

Parlamentera Kurd Leyla Zana di konferansê de got, dewletên wek Tûnis, Fîlîstîn, Cezayîr jibo ku xwe ji hêzên emperyalîst rizgar bikin tekoşinek dan. Lê, ti car mafê gelê Kurd nehat bîra gelên Rojhilata Navîn û herwiha yên Rojava jî.

Leyla Zana bi berdewamî got, “Şoreş ne ew e ku gelekî hebûna xwe di tunebûna gelekî dinê de bibîne. Ez bi tu awayi tundîya Îsraîlê ya li ser gele Fîlîstînê qebûl nakim. Mafê hemî gelan heye ku bi hebûna xwe bijîn, xwe biparêzin.

Sîyasetvana navdar ya Kurd rexne li helwesta Ereban ya dijî Îsraîlê jî rexne kir. “ Xanim Zana got, “Ez dîtina xelqê Ereb qebûl nakim ku dibêjin “emê Îsraîlê ji rûyê erdê rakin.”

Endama Mekteba Sîyasî ya Enîya Gel ya Rizgarî ya Fîlîstînê Leyla Xalid jî beşdarê konferansê bû. Xalid got, dema ku jin yekîtîya xwe pêk bînin dikarin rûyê erdê bihêjinin.

Leyla Xalîd dîyar kir li Rojhilata Navîn planenên Sîyonîst û emperyalistan heye. Wê bi berdewamî got, "Ev plan dixwaze me li gorî berjewendîyên xwe perçe bike. Divê, em li hember vê planê yekîtîya xwe pêk bînin. Bi tekoşina li hemberê vê plane, maf û heqê jinan jî dê bidest bikeve."

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:06:44 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG