Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

"80 Hezar Cerdewan/Korîcî li Herêma Kurdan Hene"


Profesora Zanîngeha Arizonayê Elisabeth Oglesby li ser tecrûbeyên Komisyona Eşkerekirina Rastîyan a Guatamalayê û li ser Pergala Cerdewanîyê, li Dîyarbekirê panelek da. Panel di çarçova Rêzapanelên Serhatîyên Dest ji Çekan Berdan û Bêçekbûnê ya Enstituya Dîyarbekirê bo Lêkolînên Sîyasî û Civakî ( DİSA) ve hat lidarxistin.

Profesor Oglesby da zanîn ku li Guatamalayê di navbera dewletê û gerilayên URG’ê de 34 salan şerên çekdarî dewam kir. Profesor got “ Dewletê li hemberê gerilayan pergala cerdewanîyê ava kir. Ji milyonek zêdetir kes bûn cerdewan û li ser hêz û navê dewletê, li ser xelqê zilmên mezin kirin. Di nav van salan de li herêma xelqê Maya 260 hezar mirov hatin kuştin.” Birêz Oglesby destnîşan kir sîstema cerdewanîyê bû beşekî tevgera îdeolojîk ya dewletê.

Profesor Oglesby da zanîn piştî morkirina peymana aştîyê Komîsyona Eşkerekirina Rastîyan a Guatamalayê hat ava kirin. Di encama xebatên salên dirêj de, bi gohdarî kirina şahidên bûyeran, raporek ku ji 12 hezar rûpelan pêk tê, hat amade kirin. Profesor got “rapor, jibo başkirina pengava dîrokî gava pêşîn bû. Herwiha bi vê raporê dîroka pengava pevçûnê hat tomar kirin . Dîsa bi vê raporê şeref û heysîyeta mexdûran teslîmê wan kirin. Mexdûrên vî şerî jî dixwazin bi rêya vê raporê cîhan bibîze ku ka çi hatîye serê wan.”

Yek ji endamên DÎSA’yê Dr. Vahap Coşkun di derbarê sistema cerdewanîyê ya Li Tirkîyê de, ji Dengê Amerîka re got “ Neha 80 hezar cerdewan/korîcî li herêma Kurdan hene. Dewletê li hemberê PKK’ê çek da deste wan. Ev sîstem li pêşîya pengava çareserîyê pirsgirêkek mezin e. Heta ku sîstema cerdewanîyê/korîcîtîyê neye rakirin, ê pirsgirêkên pir mezin derkevin holê.”

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:06:39 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG