Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konferansa “Yekîtî û Çareserîya Bakurê Kurdistanê” Birêve Diçe


Konferansa “Çareserî û Yekîtîya Bakurê Kurdistanê" 15 Hezîranê bi beşdarîya sedan sîyasetvan, rewşenbîr û rûsipîyên Kurd li Dîyarbekirê destpê kir.

Konferansa ku du roj ê dewam bike bi gotarên serokên partî û rêxistinên sîyasî destpê kir.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk destnîşan kir pirsgirêka Kurd bûye pirsa yekê li Rojhilata Navîn û heta ku Kurd negihejin mafên xwe dê tu gelen Rojhilata Navîn jî azad nebin.

Ahmet Turk bi berdewamî got, ger dewleta Tirk gele Kurd hemêz neke ewê nikaribe aştî û aramîyê pêk bîne.

Ahmet Turk îfade kir, divê ku di encama vê konferansê de divê komîsyonek domdar were ava kirin da ku komîsyon dikaribe li ser navê Kurdan hem xebatên netewî û navnetewî pêk bîne. Wî bal kişand ku divê komîsyon bikaribe hem jî bi Rêberê PKK Abdullah Ocalan, bi PKK û bi dewletê re rûnê.

Serokê Giştî yê Partîya Demokrasîya Beşdar ( KADEP) Lutfu Baksî jî destnîşan kir rawestandina şerê çekdarî yê PKK’ê gaveke erênî ye, lê tene bi çekdanîna PKK pirsgirêka Kurd çareser nabe.

Birêz Baksî got, ev mesele bi destxistina mafê gele Kurd çareser dibe û dîyar kir ku partîya wan jibo Kurdan rêvebirîya sîstema federal pêşnîyar dike
.
Hevserokê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş jî got "Em ji qonaxa ku gele me dihat înkar kirin, derbaz bûn. Niha em ketin qonaxeke nû ya ku statûya gele Kurd bê nas kirin.

Birêz Demîrtaş da zanîn nîqaş û encamên vê konferansê jibo Konferansa Netewî gelek girîng e. wî bi berdewamî got "Em ji vir bag li hikûmetê dikin jibo vê pevajoyê, vekirina rêya sîyaseta demokratik wezifeya bingehîn a hikûmetê ye.”

Hevserokê BDP’ê destnîşan kir ew dixwazin bi bîra bixin jibo qanûna bingehîn ya azad hêz û hejmara hikûmetê heye. “Divê qanûna bingehîn ya nû nasnama Kurdan nas bike, astengên li pêşîya Kurdan rake û mafên çandî yên hemî gelan nas bike.”
XS
SM
MD
LG