Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

“Li Kurdistanê Zêdetir Giranîyê Didin Ser Xebatên Gul û Giya”


53-emîn Civîna Kurmancî di navbera 22-30 Hezîranê li Mêrdînê pêk tê. Gruba Civîna Kurmancî, ya ku ji alîyê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê salê du caran tê lidarxistin, 26 sal in li ser hizra parastin û pêşxistina zimanê Kurdî kom dibe.

Zimanzanên wek Reşo Zîlan, Mustafa Aydogan, Temûrê Xelîl, Lezginê Çalî, Newzad Hirorî Ahmedê Dirihî, Eyup Kiran û Xalidê Hekkarê wekî gelek caran, di civîna Mêrdînê de jî amade bûn.

Zimanzan û akademisyen Reşo Zilan ji Dengê Amerîka re destnîşan kir ferqa babetên civînên ku li Kurdistanê û yên li derve çêdibin ew e ku li Kurdistanê zêdetir giranîyê didin ser xebatên gul û giya, flora û faûnayê.

Reşo Zilan da zanîn ji çêkirina peyvan zêdetir ew li pey vejandina peyvan in.

Di civîna Mêrdînê de Civîna Kurmancî li ser babetên Folklora Kurmancî ya Berhevkirina Sadiqê Behaeddînê Amêdî, Kivarkên Herêma Diyarbekirê, Termên Bizîşkî, Nebatên Kurdistanê, Termên Zimannasîyê û Têlkarî dê bixebitin. Herwiha li ser kar û xebatên Grûbê li Zanîngeha Artuklîyê seminerek jî dê were lidarxistin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:22 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG