Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kampeyna “Hikûmet Gav Bavêje” li Dîyarbekirê Hat li Dar Xistin


Meşa Partîya Aşitî û Demokrasîyê (BDP) ya ku di çarçova kampeyna “Hikûmet Gav Bavêje” li Dîyarbekirê hat li dar xistin, bi êrîşa polêsan hat rawestandin. Di encama êrîşan de pênc kes birîndar bûn, sê kes jî hatin binçav kirin.

Jibo qonaxa duyemîn ya Pêvajoya Çareserîyê, jibo ku hikûmet gavên sîyasî bavêje, bi armanca daxistina benda hilbijartinê; jibo perwerdehîya bi zimanê Kurdî, rakirina pergala Qorîcîtîyê; jibo rawestandina ava kirina bendav û qereqolan; serbest berdana girtîyên siyasî û yên nexweş, BDP îlan kir ku kampeyna “ Hikumet Gav Bavêje “ da destpê kirin.
Hevseroka BDP Gulten Kişanak piştî pevçûnan destnîşan kir armanca vê kampeynê û bizavan ew e ku pengava aşitîyê dewam bike. Gulten Kişanak destnîşan kir ew di wê bawerîyê da ne ku ev êrîş bi îrada hikûmetê hatîye kirin û got “Bila bê zanîn ku ev êrîş li ser aşitîyê hatîye kirin. Bila hikumet qirar bide, aşitîyê dixwaze yan şer?"

Hêjayî bibîrxistinê ye ku berîya destpêka vê kampeynê, roja Înê li gundekî navçeya Licê, li hemberê avakirina qereqolan meşek hatibû lidarxistin. Di encama protestoyê de , bi gule barana leşkeran, xortek 18 salî yê bi navê Medenî Yildirim hatibû kuştin.

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:05:05 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG