Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demirtaş: Armanca Ocalan Demokratîkbûna Tirkîyê ye


Sêyemin şandeya Partîya Aşitî Demokrasîyê (BDP) ku jibo serdana Rêberê Partîya Karkerên Kurdîstanê (PKK) Abdullah Ocalan bikin û peyama wî wergirin, roja Duşemê danê sibê çûn Girava Îmarliyê.

Şandeya ku ji Hevserokê BDP'ê Selahettin Demirtaş, Parlamenterên BDP'ê Pervin Buldan û Sirri Sureya Onder pêk hat, berê êvarê vegerîyan û li ser navê wan Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş daxuyanîyek kurt da.

Sîyasetvanê Kurd, peyama rêberê PKK'ê ragihand û destnîşan kir seroke PKK 'ê Abdullah Ocalan daye zanîn ku pengava çareserkirinê baş bireve diçe û armanca wî, demokratîkbûna Tirkîyê ye. Herwiha hemû hewildanên wî jî, jibo vê armancê ye.

Birez Demîrtaş da zanîn ku Serokê PKK'ê, di Newrozê de ê bangewazîyek dîrokî bike û neha jî di amadekarîya vê bangewazîyê de ye.

Hevseroke BDP'ê destnîşan kir Abdullah Ocalan dîyar kirîye jibo çareserîye çi rebazên sîyasî u leşkerî lazim in, ê di nexşerê de cî bigrin, herwiha jibo bêdengkirina çekan hewildanen xwe bileztir kirîye da ku edî xwîna tu kesî neye rijandin.

Birez Demîrtaş dîyar kir jibo selametîya vê pengavê Abdullah Ocalan piştgirîya parlamenê
û partîyên sîyasî girîng dibîne û wî gotîye ew hêvîdar e ku jibo paşvekêşana hêzên PKK'ê parlamen jî wezîfeya xwe bicîh bîne.

Bangawazîya rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê roja Nerwozê li Dîyarbekirê were îlan kirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG