Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîkîyekî Endamê DAIŞê Xwe Teslîmî Pêşmergeyan Kir


Mohamed Jamal Khweis
Mohamed Jamal Khweis

Endamekî DAIŞê yê Amerîkî îro Duşemê ji alîyê pêşmergeyan ve li Şengalê hate girtin.

Fermandarê pêşmergê Serbaz Hama Emîn ji Dengê Amerîka re got ku hêzên wî kesê berguman li enîya şer dît û dû re ew xwe teslîmî wan kir.

“Dema em pê hesîyan ku li ser wî kesî bombe tune, me ew desteser kir û bir kampa xwe,” Emîn bi berdewamî got.

Emîn da zanîn ku bavê berguman Fîlîstînî, dayika wî jî Îraqîyeke ji Mûsilê ye û ew li eyaleta Virginia dijî.

Li gor destûrnama ajotinê ku li ser wî hate girtin, navê endamê DAIŞê Mohamed Jamal Khweis e.

XS
SM
MD
LG