Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kilamên Radyoya Erîvanê Êdî li Platformên Dîjîtal Berdest in


Enstîtuya Çandî ya Almanî-Kurdî (Deutsch-Kurdisches Kulturinstitut), beşeke ji arşîva Radyoya Erîvanê li ser hemû platformên dîjîtal parve kir.

Enstîtuyê, berîya 10 mehan bi awayeke fermî li bajarê Dusseldorf ya Almanya dest bi xebatên xwe yên çandî û hunerî kiribû.

Enstîtu lêkolin, lêgerîn, analîz û tezên doktorayê û mastirê yên ser muzîka Kurdî berhev dike, ji zimanê Kurdî werdigerîne Almanî û wan dide nasandin.

Dîrektorê enstîtûyê Hakan Akay, berî deh mehan ji Dengê Amerîka re gotibû kuarmanca wan ew e ku pirtûkxaneyekê ava bikin û arşîva muzîka Kurdî biafrînin.

Niha, piştî 10 mehan enstîtuyê arşîva Radyoya Erîvanê ya ku ji sala 1955’an û vir ve li paytexta Ermenîstanê weşana Kurdî dike, li ser hemû platformên dîjîtal parve kir.

Arşîv ji nêzî 900 berheman pêk tê û jibo hezkîrîyê muzîka Kurdî ve hatiye vekirin.

Akay li ser xebata berhevkirin û parvekirina arşîvî Erîvanê ya enstîtuyê axifî û got, ev xebat jibo dîroka Kurdan pir girîng e.

“Em dizanin ku tevahîya sitranan nêzî 2.000’an in. Heta niha me nîvê arşîvê weşandin, berhemên din jî wê werin. Wekî gava duyê em amadekarîya melodîyên bêgotin ango sitranên enstrumantal niha jibo çapkirinê paqij dikin.”

Akay herwiha dibêje ku wek gava sêyan jî sitranên mayî jibo çapkirinê amade dikin.

Ew bal dikşîne ku gelek sitran û kilamên Kurdan ne bi zanîstî û hin caran jî jibo berjewendîyên şîrketan, wek arşîva radyoya Erîvan têne belav kirin.

“Mirov dikare heta dereceyekê wek şexsîyet van gavan pozîtîf binirxîne. Lê em niha dibînin ku ew sitran û kilamên me, ew bîra Kurdan tê îstîsmar kirin. Çavkanîyên me tê xirab kirin. Me xwest em van çavkanîyan pêşkeşî gel, kedkarên huner û çanda Kurdî bikin.”

Hêjayî birxistinê ye ku Radyoya Erîvanê sala 1955’an de di dema Yekîtîya Komarên Sosyalîst ên Sovyetan de li paytexta Ermenistanê, Erîvanê dest bi weşanê kir.

Radyo, 65 sal in bê navber weşanê dike, lê niha ew ji alîyê dilxwazan ve rojê nîv seatê weşanê dike.

MEB_05_05_2020_Arşîva_Radyoya_Erîvane
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:20 0:00


XS
SM
MD
LG