Encamên hilbijartinên serokomar û parlamanteran yên 14’ê Gulanê eşkere bûn.
Komîsyona Hilbijartinê ya Stenbolê ragihand ku li bajêr 30,849 sindoq hatine danîn.
Ji 11,367,598 hilbijêrên Stenbolê, 10,291,303 hilbijêr çûne ser sindoqan.
Agahîyên komîsyonê raber dikin ku li Stenbolê di hilbijartina serokomarîyê de dengên herî zêde bi 4,928,408 dengan berbijarê Hevpeymanîya Netew, Kemal Kiliçdaroglu sitandiye.
Li dû Kiliçdaroglu, bi 4,738,996 dengan berbijarê Hevpeymanîya Gel, Recep Tayyîp Erdogan tê.
Sînan Ogan 457,568 û Muharrem Înce jî 25,738 deng top kirine.
Hilbijartinên serokomarîyê bi Kiliçdaroglu û Erdogan ma gera duyê.
Tirkîye jibo hilbijartina serokomar dê di 28’ê Gulanê de careke din here ser sindoqan.
Jêder: VOA, Ajansa Anadolu