Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kiliçdaroglu: Erdogan bi Eşkereyî Dijberîya Koalîsyonê Dike


Partîya opozîsyona serekî ya Tirkîyê, Kemal Kiliçdaroglu Serokomarê wî welatî Recep Tayyîp Erdogan bi astengkirina hikûmeteke koalîsyonê sûcdar kir.

Kilicdaroglu hişyarî da Erdogan ku divê bi xunrijandinê û zindîkirina şerê bi mîlîtanên Kurd re, welêt dibe hilbijartineke nû.

Partîya CHP ya Kiliçdaroglu, ev çend hefte ne ligel AKP danûstandinên pêkanîna hikûmeteke koalîsyonê dike, lê heta nihsa encameke berbiçav peyda nebûye.

"Ez ji dil bawer im ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu bi rastî dixwaze koalîsyonekê ava bike ku bibe çareserîya arîşeyên welêt.” Kilicdaroglu do Yekşemê ji Haberturk TV re got.

Kiliçdaroglu bi tundî Erdogan rexne kir ku nahêle danûstandinên koalîsyonê serketî bin.

“Sedema herî mezin ya pêşdeneçûna danûstandinan, ew kesê ku li kursîya serokomarîyê rûniştî ye. Erdogan bi eşkereyî dijberîya koalîsyonê dike . Eger nîyeta hilbijartinke nû heye, divê bê zanîn ku hesaba wê yekê wê pir giran be.”

Li gor qanûna bingehîn ya Tirkîyê divê heta 23ê vê mehê hikûmetek bê damezrandin. Eger ne, divê hîngê hilbijartinên pêşwext bêne kirin.

XS
SM
MD
LG