Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girêdayî Êrîşa Dijî Kiliçdaroglu 9 Kes Hatine Desteser Kirin


Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu ragihand ku girêdayî êrîşa dijî serokê giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu 9 kes hatine desteser kirin.

Soylu ragihand ku yek ji wan kesan yek, endamê partîya wî Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ye.

Kiliçdaroglu, roja Yekşemê dema beşdarî merasîma binaxkirina leşkerekî Tirk dikir, bûbû armanca êrîşeke dijwar û ji lînçkirinê filitîbû.

Êrîşa dijî Kiliçdaroglu di vê demê de tê ku partîya wî hember AKP’ê serketineke dîrokî bi dest xistibû û bajarvanîyên Stenbol û Enqerê kontrol kiribûn.

XS
SM
MD
LG