Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Roketî de 6 Kes li Bajarê Kîlîsê Birîndar Bûn


Di encama êrîşe roketî de ku ji herêma bin kontrola DAIŞ’ê ve hate avêtin, herî kêm 6 kes li navenda bajarê Kîlîsê ya ser sînorê Sûrîyê birîndar bûn.

Ajansa AFP radigihîne ku pênc ji 6 kesên birîndar zarok in û ew kesên birîndar ku hemî Sûrî ne, li nexweşxanê têne derman kirin.

Roketa DAIŞ’ê ku li bazereke şenîbar ya navenda bajêr ketiye, şibakeyên avahîyan şikandine û bûye sedema tirsa hemwelatîyan.

AFP dide zanîn ku piştî êrîşê, hêzên artêşa Tirk jî bi topan bersîva êrîşê dane û armancên DAIŞ’ê kirine armanc.

Hêjayî gotinê ye ku Kîlîs pir caran bûye armanca êrîşên ji Sûrîyê û heta niha 22 kes di wan êrîşan de hatine kuştin ku piranîya wan penaberên Sûrî bûn.

XS
SM
MD
LG