Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarê Kîlîs ya Tirkîyê Dîsa Bû Armanca Roketên DAIŞ'ê, Kuştî û Birîndar Hene


Wêneyeke arşîvê ji bajarê Kîlîsê
Wêneyeke arşîvê ji bajarê Kîlîsê

Karbidestên Tirk ragihand ku pênc roket ji herêmên bin kontrola Dewleta Îslamî (DAIŞ) li Sûrîyê îro Pêncşemê dîsa bajarê Kîlîs kirin armanc.

Karbidest didine zanîn ku di êrîşan de 1 kes hatiye kuştin, 8 kesên din jî birîndar bûn.

Bajarê Kîlîs ya li başûrê rojhilata Tirkîyê, pir caran dibe armanca êrîşên roketî yên rêxistina tundrê DAIŞ'ê ku hêla din yê sînorê Sûrîyê kontrol dike.

Serokwezîrê Tirkîyê Ahmed Davutoglu do Çarşemê gotibû ku eger pêdivê be Enqere amade ye ku hêzên bêjeyî bişîne Sûrîyê ku şerê DAIŞ'ê bike.

XS
SM
MD
LG