Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kim Jong Un Girîngtirîn Posta Leşkerî Werdigire


Civîna li ser salvegera 100'an ya dayîkbûna damezrenerê Koreya Bakur Kim Il Sung Sunday. Nîsan, 15, 2012. (AP Photo/David Guttenfelder)
Civîna li ser salvegera 100'an ya dayîkbûna damezrenerê Koreya Bakur Kim Il Sung Sunday. Nîsan, 15, 2012. (AP Photo/David Guttenfelder)

Koreya Bakur xwe amade dike ku veguhestina seroktîya welêt bidawî bike. Kim Jong Un jî li ber e ku gelek nav û sernavan li xwe zêde bike û wekî serokê nû yê Koreya Bakur cîhê bavê xwe bigire.

Ajansa Nûçeyan ya fermî li Koreya Bakur, roja Pêncşemê got, birêz Kim wekî rêberê komîsyona navendî ya leşkerî li Partîya Karker ya desthilatdar hate binav kirin. Her wisa, ew roja Çarşemê wekî endamê buroya sîyasî ya partîya xwe hate hilbijartin.

Çavdêr dibêjin, ev post û navnîşanên nû yên birêz Kim, bi awayekî fermî diyar dikin ku ew niha girîngtirîn endamên Partîya Komunîst e. Ev proses li meha 12ê ya sala borî anku piştî mirina bavê wî destpê kiribû.

Ev gav di demekê de hate kirin ku tê çaverê kirin Pyongyang satelayteke nû bişîne ezmanê, lê welatên din dibêjin ev satelayt jibo armancên mûşekên balistikî ye.

XS
SM
MD
LG