Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Têkliyên Herdu Koreyan Pêş Dikevin


Kim Yo Jong Xûşka serokê Koreya Bakur nama birayê xwe radestî Moon dike, li Qesra serokatiyê li Seoul 10.02.2018.
Kim Yo Jong Xûşka serokê Koreya Bakur nama birayê xwe radestî Moon dike, li Qesra serokatiyê li Seoul 10.02.2018.

Xûla Îsal ya lîstikên Olympîka Zivistana 2018an, Pyeongchang, bo sedem ku, têkliyên dîplomasî yên sar di navbera herdu Koreyên Bakur û Başûr de gerim bibin.

Şemiyê, serokê Koreya Başûr Moon Jae-in, kêfxweşiya xwe diyar kir li hember nama ku, Kim Jong Un bi rêya xûşka xwe Kim Yo Jong gihandî wî.

Di nama serokê Koreya Bakur Kim Jong Un de hatîye nivîsandin ku, ew hez dikin ligel Moon li Pyongyangê hevdu bibînin.

Şanda Koreya Bakur yaku beşdarî Olympîkê bûye, li qesra serokatiyê ku, bi "Qesra Şîn" tê navkirin li Seou ji aliyê Moon ve, bo nanxwarina nîvro hatbûn bang kirin, Kim Yo Jong xûşka serokê Koreya Bakur nama biryaê xwe gihand Moon.

Kim Eui-Kyeom, peyvdarê serokê Koreya Başûr gotiye, xûşka Kim Jong Un daxwaz ji Moon kiriye ku, ew di demek herî zû de saerdana Koreya Bakur bikin û li Pyongyangê dîdarên dualî encam bidin, peyvdar dibêje"Moon weke bersivdana namê gotiye, ew gelek hez dikin ev yek pêk bihê, ewê hewil bidin di demek goncayî de li paşerojê wê yekê bicî bînin".

Ji hejî bîrxistinê ye ku, vê dawiyê têkiliyên Herdu Koreyan gelek aloz bûbûn, piştî ceribandinên lidûhev yên mûşekên Balistî û Atomî, herwiha plana manuwirek leşkerî ya Koreya Bakur û Amerîka ya hevbeş liser axa nîv girava Korî. Lê daxwaznama Koreya Başûr bû beşdariya Koreya Bakur bo sedem ku nêzîkbûn di navbera herdu Koreyan de peyda bibin û manuwira leşkerî jî bihê paşxistin.

XS
SM
MD
LG