Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Koreya Bakur Fermana Amadekariyên Şer Dide Artêşê


Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un li Pyongyang, di civîna Partiya Desthilatdar de li ser plana stratejî, 28/12/2023. (KCNA via Reuters)
Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un li Pyongyang, di civîna Partiya Desthilatdar de li ser plana stratejî, 28/12/2023. (KCNA via Reuters)

Medyaya dewletê li Koreya Bakur roja Pêncşemê ragihand ku rêberê welêt Kim Jong Un ferman daye artêşê da ku jibo bersivdana tevgerên Amerîkayê, lezê bidin amadekarîyên şer.

Ajansa KCNA got ku Kim "bi armanca bêtir lezandina amadekarîyên şer yên Artêşa Gel, pîşesazîya cebilxane, çekên navokî û pîşesazîyên berevanîya sivîl fermana erkên mîlîtan da."

Li gor ragihandina KCNA, Kim ev daxuyanî di civîna giştî ya Partiya Karkerên Koreyayê ya desthilatdar de, di axaftinekê ser siyaseta sala nû de eşkere kiriye.

Kim di heman civînê de ragihandiye ku Koreya Bakur wê ligel welatên "serbixwe yên dij-emperyalîst" hevkarîya xwe ya stratejîk berfireh bike.

Rêberê Koreya Bakur hevdem jibo sala nû armancên aborî jî destnîşan kir bo pêkanîna plana geşepêdana pênc salî ya welêt, wekî "saleke biryarder" binav kir.

"Wî jibo sala nû erkên girîng eşkere kir ku di pîşesazîyên serekî de pêşketin çêbe û aramkirina hilberîna çandinîyê daxwaz kir," KCNA got.

Koreya Bakur tevî gelek welatên din têkilîyên xwe bi Rûsya re jî berfireh dike. Washington jî Pyongyangê ji bo bikaranîna di şerê bi Ukraynay re bi peydakirina alavên leşkerî ji Moskowê re tawanbar dike. Rûsya piştgirîya teknîkî dide da ku Koreya Bakur şiyanên xwe yên leşkerî pêş bixe.

Serokê Koreya Başûr Yoon Suk Yeol roja Pêncşemê serdana yekîneyeke leşkerî ya enîya pêş li eyaleta Yeoncheon kir û li wir banga tolhildaneke demûdest kir eger ji Koreya Bakur provakasyonek hebe.

Yoon ji leşkeran re got, "Ez ji we daxwaz dikim ku bi yekdestî û bi tundî vîna dijmin ya provokasyonekê di cîh de bişkînin."

XS
SM
MD
LG