Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şîretvanê Kim Jong Un Serdana Amerîka Dike


Karbidestên Amerîka û Koreya Bakur, bo serokên her du dewletan di hilcivîna li Sîngaporê de kom bibin, danûstandinan didomînin.

Şîretvanê payabilind yê Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un, General Kim Yong Chol bo danûstandinan derbazî Amerîka bû.

Ajansa Koreya Başûr, Yonhap ragihand ku Kim Yong Chol hefteya borî serdana Pekîn ya paytaxta Çînê kiriye û îro jî dê here New Yorkê.

Karbidestên her du alîyan, hewil didin ku girjîya ku bilind bûbû daxînin û Hilcivîna Sîngaporê, ku li ber e di 12’ê Hezîranê de li dar keve, pêk bînin.

XS
SM
MD
LG