Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kim Jong-un: Bişkoka Çekên Navokî li Ser Maseya Min E


Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un, di axaftina xwe ya sersalê de rexneyên xwe yên dijî Amerîka dubare kirin û dîyar kir ku ‘’bişkoka çekên navokî’’ li ser maseya wî ye.

Serokê Koreya Bakur da zanîn ku çekên wan yên navokî digihêje temamê axa Amerîka.

‘’Hemî axa Amerîka di menzîla çekên me yên navokî de ne û bişkokeke navokî her tim li ser maseya min e. Ew ne gefek e, rastîyek e’’ Kim Jong-un got.

Kim Jong-un dîyar kir ku bo Olîmpîyatên Zivistanê ya 2018’an, ku dê li Koreya Başûr li dar keve, dibe ku ew şandeyekê bişînin. Wî da zanîn ku ew dixwazin bi Koreya Başûr peywendîyên xwe baştir bikin û derîyê dîyalogê vekirî ye.

XS
SM
MD
LG