Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kim Jong Un: Me Dijî Vîrusa Korona Serketineke Mezin bi Dest Xist


Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un dîyar kir ku wan dijî vîrusa korona serketineke mezin bi dest xistiye.

Li gor medya fermî ya Koreya Bakur, Kim Jong Un di civîna polîtburo de da zanîn ku wan bi baldarî rê li ber belavbûna vîrusa korna girtiye.

‘’Me nehişt ku ew vîrus derbazî welatê me bibe û me ew îstiqrar parast’’ Kim Jong Un got.

Wî dîyar kir ku tevî ku ew dijî vîrusa korona bi serketine jî ewê tedbîran sist nekin û nehêlin ku vîrus bo wan kêşeyan çêke.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê di 1’ê Tîrmehê de ji zarê karbidestekî Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ragihandibû, li Koreya Bakur 922 testên vîrusa korona hatine kirin û hemî negatîf derketine.

Koreya Bakur di 30’ê Çileyê de sînorên xwe bi temamî girtibûn û bi sedan kesên bîyan yên li Pyongyang ya paytext xistibû karantînê.

XS
SM
MD
LG